Herî dawî Konferansa Zimanê Kurdî di sala 2012’an de hatibû li dar xistin. Lê piştî ku pêvajoya çareseriyê têk çû, di sala 2016’an de hemû saziyên ku ji bo zimanê Kurdî dixebitin hatin girtin, xebatkarên ziman hatin binçavkirin û doz li ser wan hatin vekirin. Lê belê têkoşîn domiya û saziyên zimanê Kurdî careke din yek bi yek hatin vekirin û xebatên xwe meşandin. Di rewşa dawî de, li navçe û bajaran bi giştî 30 saziyên ziman hene ku ji bo zimanê Kurdî dixebitin, bernameyan derdixin û mamosteyan digihînin
Ziman ji bo neteweyan ne tenê amûreke ragihandinê ye, her wiha bingeha hebûn, nasname, dîrok û çandê ye. Neteweyek bê zimanê xwe wekî dara bêreh tê dîtin; çand, gotinên kevnar, stran, wêje, bîr û tecrûbeyên civakê bi zimanê wê neteweyê ji nifşekê ji bo nifşeke din tên veguhestin.
Ji bo Kurdan jî girîngiya zimanê Kurdî ne tenê axaftin e; ew bingeha hebûna neteweyî ye. Kurd di dîroka xwe de gelek caran di warê ziman de bi astengî û qedexeyan re rû bi rû mane. Ji ber vê yekê em parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ji bo Kurdan wekî parastina hebûn û nasnameyê dibînin. Ji ber vê yekê jî bi salan e em wek sazî, wek jin û wek Kurd, bi têkoşîn, xebat û çalakiyên cûr bi cûr ji bo pêşvebirin û zindîkirina zimanê Kurdî dixebitin.
Wexta em lê dinêrin, têkiliya “Jin û Ziman” di têkoşîna zimanê Kurdî de pir kûr û girîng e. Ev têkilî dikare ji aliyê civakî, çandî û zimanî ve were ravekirin. Li gel van, ji bo parastina zimanê Kurdî têkoşîna jina Kurd di dîrokê de cihê xwe girtiye. Wexta ku em li dîrokê dinêrin û guhdarî dayikên xwe dikin, em dibînin ku ew bi salan ji ber axaftina bi zimanê Kurdî li ber zext, zorî û îşkenceyan mane. Gelek jin hene ku li kolanan, gundan, bajaran, dadgehan û girtîgehan ji ber zimanê Kurdî îşkence dîtine. Lê li gel van îşkenceyan, di nav malê, li kolanan, di kar û xebatên xwe de, di şîn û şahiyan de bi axaftin, stran, çîrok, dengbêjî, wêje û çanda devkî, parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî hîn xurttir kirine û ev hê jî berdewam dike. Li gel van xebatan, jin wek mamoste, nivîskar û xebatkarên ziman; di nav civakê de, di sazî û dezgehan de, di kargehan de û di medyayê de cih digirin û ji bo parastin, berbelavkirin û pêşxistina zimanê Kurdî dixebitin.
Li gel vê bîrê, di mijara parastina ziman de ne mimkun e ku ez çalakvana nemir Sêvê Demir bi bîr neynim. Sêvê Demir bi taybetî wek çalakvaneke siyasî û çalakvana tevgera jinan tê nasîn. Her çiqas navê wê pir caran bi têkoşîna mafên Kurdan û jinan re tê gotin jî, di xebatên xwe de girîngî da parastin û pêşxistina zimanê Kurdî, ji ber ku wê ziman wekî bingeha nasname û çandê didît.
Di çarçoveya vê nêrînê de, têkoşîna Sêvê Demir ji bo zimanê Kurdî ev bû:
- Parastina zimanê dayikê wek mafekî bingehîn ê gelê Kurd.
- Piştgiriya perwerdehiya bi zimanê Kurdî, da ku zarok bikaribin bi zimanê xwe hîn bibin.
- Bi rêya ziman xurtkirina nasname û çanda Kurdî.
- Teşwîqkirina jinan ku di nav malbat û civakê de bi Kurdî biaxivin û ziman ji nifşekê ji bo nifşên din veguhezînin.
- Di xebatên siyasî û civakî de parastina mafên zimanî wek beşek ji mafên demokratîk.
Sêvê Demir, heta ku li Cizîrê hat qetilkirin, di jiyana xwe de ji bo parastina zimanê Kurdî xebitiye û ked daye. Sêvê Demir têkoşîna xwe li ser wê baweriyê ava kiribû ku zimanê Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ye; bingeha hebûna neteweyî, çandî û nasnameya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, parastin û hînkirina Kurdî wek mafekî bingehîn diparast. Her wiha, dîroka Kurdan dide diyarkirin ku jina Kurd di her qadê de ji bo mafên zimanî ked daye û têkoşîna xwe domandiye.
Jin Wekî Parêzvana Ziman
Di nava malbatê de, zarok pêşî zimanê xwe ji dayika xwe hîn dibin. Ji ber vê yekê jin di veguheztina zimanê dayikê de, bi gotinên pêşiyan, stran, çîrok, dengbêjî, wêje û kevneşopiyan, roleke sereke dilîzin. Heke ziman di nav malê de bijî, ew bi taybetî bi xebata jinan dijî.
Jin û Parastina Çandê
Ziman tenê rêzek peyvan nîne; ew hilgirê çand, bîranîn û nasnameyê ye. Jinan bi rêya lorik, dengbêjî, çîrokbêjî, kilam û kevneşopiyan gelek beşên vê mîrasê heta îro gihandine nifşên nû.
Jin di Têkoşîna Mafê Ziman de
Jin di pêşxistin û pêşvebirina zimanê Kurdî de wek mamoste, nivîskar, lêkolîner, rojnamevan û çalakvan dixebitin. Jin di hînkirina Kurdî, amadekirina pirtûkan, xebatên akademîk û çalakiyên civakî de roleke girîng dilîzin.
Jin û Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê
Lêkolînên perwerdehiyê nîşan didin ku hînbûna zarokan bi zimanê ku di malê de diaxivin, bi gelemperî pêvajoya hînbûnê hêsantir dike. Ji ber ku jin di salên pêşîn ên jiyana zarokan de roleke sereke digirin, şertên ku dayik zimanê xwe bi kar bîne û zarok bi wî zimanî mezin bibe, ji bo domandina zimanê Kurdî girîng tên hesibandin.
Bi vê bîr û baweriyê, em wek Saziyên Zimanê Kurdî bi salan e li hemberî pişaftin, serdegirtin û tunehesibandina zimanê Kurdî xebatan dimeşînin, da ku zimanê Kurdî di nav civakê de, di siyasetê de, di medyayê de, di akademiyê de û di çand û hunera Kurdî de pêş ve biçe û li hemberî zext û zoriyan têk neçe. Lê mixabin dewlet jî, wek desthilatdar, her tim bi rê û rêbazên cûr bi cûr, bi hemû hêza xwe dixebite ku zimanê Kurdî tune bike. Di nav van rêbazan de perwerdehiya tenê bi zimanê Tirkî, qedexekirina axaftin, çand, wêje, muzîk û hunera Kurdî, şerê taybet-derûnî, serdegirtina saziyan, îşkence, girtin, kuştin û bikaranîna teknolojiyê hene.
Mixabin di salên dawî de civaka Kurd, ku bi van polîtîkayan re rû bi rû dimîne, di zanîn û bikaranîna zimanê Kurdî de di asteke nebaş de ye. Ji bo parastin, pêşvebirin û gihandina zimanê Kurdî ji nifşên nû re, li Bakurê Kurdistanê û li herêma Tirkiyeyê 30 saziyên ziman hene û xebatan dimeşînin. Lê me, wek Saziyên Zimanê Kurdî, dît ku ev têr nake. Hem ji bo polîtîkayên navxweyî hem jî ji bo ku her sazî, dezgeh, qada siyasî û rêveberiya herêmî rola xwe ya di parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî de nû bike, me pêdivî bi Konferansa Zimanê Kurdî dît.
Herî dawî Konferansa Zimanê Kurdî di sala 2012’an de hatibû li dar xistin. Lê piştî ku pêvajoya çareseriyê têk çû, di sala 2016’an de hemû saziyên ku ji bo zimanê Kurdî dixebitin hatin girtin, xebatkarên ziman hatin binçavkirin û doz li ser wan hatin vekirin. Lê belê têkoşîn domiya û saziyên zimanê Kurdî careke din yek bi yek hatin vekirin û xebatên xwe meşandin. Di rewşa dawî de, li navçe û bajaran bi giştî 30 saziyên ziman hene ku ji bo zimanê Kurdî dixebitin, bernameyan derdixin û mamosteyan digihînin.
Lê belê me di vê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de, hem ji bo nûkirina polîtîkayên xwe hem jî ji bo ku daxwaza xwe ya “Statûya Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” bi awayekî şênber ji dewletê bixwazin, konferanseke giştî li dar xist. Di vê pêvajoyê de, me wek Saziyên Zimanê Kurdî armanca xwe ya vê konferansê bi qada kedê, siyasetê, rêveberiyên herêmî, hiqûqê û çandê re parve kir û ev sazî jî di vê pêvajoyê de bi me re xebitîn.
Xebata konferansê şeş mehan domiya û me di 27-28’ê Hezîranê de, bi şîara “Ji Statûyê Heta Perwerdehiyê: Çarçoveyeke Nû Ji Bo Muzakereyê”, Konferansa Zimanê Kurdî li dar xist. Konferans du rojan bi tevlîbûna 500 delegeyan domiya. Konferans ji heft rûniştinan pêk hat û 19 axêveran li ser gelek mijaran zanîna xwe bi me û delegeyan re parve kir. Li gel pêşniyarên me û yên axêveran, di dawiya her rûniştinê de delegeyan ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî pêşniyarên xwe anîn ziman.
Di rûniştina dawî de, piştî hin nirxandinên delegeyan, ev pêşniyar li eywanê hatin dengdanê û yên ku hatin qebûlkirin ji bo Saziyên Zimanê Kurdî, rêveberiyên herêmî, qada siyasî û saziyên din bûn biryar. Di encama vê dengdanê de, me encamnameya konferansê amade kir û bi raya giştî re parve kir.
Li gorî nirxandinên ku di derbarê konferansê û biryarên hatine girtin de ji aliyê raya giştî ve hatin kirin, em serwext bûn ku pêdivî û bendewariyeke ji Konferansa Zimanê Kurdî û van biryaran hebûye. Yek ji biryarên me ew bû ku “Zimanê Kurdî pîvaneke welatparêziyê ye.” Wekî min di serê nivîsê de diyar kir, “Ziman bingeha hebûnê ye.” Ger em wek jin, wek sazî û wek her Kurdekî bêjin ku em Kurd in û daxwaza statûya xwe û zimanê xwe bikin, divê em ji bo pêşvebirina zimanê xwe rola xwe bi cih bînin.
Di nav van biryaran de biryarên wek sazûmaniya karên folklorê, vekirina kanala çandê û kanala Zazakî, avakirina dibistana serhêl, Kurdîkirina peyzaja bajêr û ji bo temsîliyeta gel bikaranîna zimanê Kurdî hene. Hin ji van biryaran rasterast bi rol û mîsyona ku jina Kurd bi salan e girtiye ser xwe ve girêdayî ne.
Ji bo pêkanîna biryarên ku hatine girtin, di serî de jina Kurd divê rola xwe ya parêzvanî, berhevkarî, parastin, berbelavkirin û veguheztina ziman di navbera nifşan de bigire. Jin di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de xwedî roleke taybet in, ji ber ku gelek caran ew mamosteyên yekem ên zarokan in. Bi lêkolîn, perwerdehî, huner, afirînerî û bikaranîna rojane ya Kurdî, jin dikarin beşdariyeke girîng bikin da ku zimanê Kurdî ne tenê were parastin, lê di nav nifşên nû de jî bi hêztir û zindîtir berdewam bike.
Lê li gel vê rola jina Kurd, ev berpirsiyarî ne tenê ya jinan e. Ev erk e ku divê hem jin hem jî mêr bi hev re hilgirên wê bin. Ev armanc tenê bi hevkariya hemû civakê; jin, mêr, malbat, dibistan û saziyên civakî, dikare bi awayekî domdar pêk were.
Wek jin, wek sazî û wek gelê Kurd, daxwaza me ya “Statûya Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” heta ku em wê bi dest bixin, dê bidome. Ji ber ku bi destxistina vî mafî gelek pirsgirêkên me dê çareser bibin, zimanê Kurdî dê di nav civakê de bêtir were zanîn û axaftin, civakên li cîhanê dê wê wekî zimanekî fermî nas bikin û dê di asta zimanê zanist û akademiyê de were naskirin.
Li gel van, parastin û pêşxistina zimanekî tenê bi hikûmetan nayê kirin; beşdariya kesan, malbatan, civaka sivîl, mamoste, nivîskar, hunermend û medyayê jî roleke girîng heye. Ji bo Kurdan, rêyên ku dikarin zimanê Kurdî biparêzin, berbelav bikin û zindî bihêlin ev in:
1. Di malbatê de bi Kurdî biaxivin
Ziman di malbatê de dest pê dike. Dê û bav dema ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, zarok zimanê xwe bi awayekî xwezayî hîn dibin. Ev bingeha parastina ziman e.
2. Perwerdehiya bi zimanê dayikê xurt bikin
Piştgiriya perwerdehiya bi Kurdî, beşdarbûna kargehên Kurdî û xwendina pirtûkên Kurdî dibe alîkar ku ziman hem di warê akademîk de hem jî di jiyana rojane de bihêz bibe.
3. Xwendin û nivîsandina Kurdî zêde bikin
Xwendina roman, helbest, kovar û rojnameyên Kurdî, her wiha nivîsandina gotar, çîrok an jî nivîsên rojane bi Kurdî, dê dewlemendiya ziman zêde bike.
4. Di medyaya dîjîtal de Kurdî bi kar bînin
Li ser torên civakî, blog, podcast, YouTube û platformên dîjîtal bi Kurdî naverokan çêbikin. Heke ciwan Kurdî di cîhana dîjîtal de bi kar bînin, ziman dê bi nifşên nû re gelek bihêztir were girêdan.
5. Piştgiriya huner û çandê bikin
Stran, şano, fîlm, dengbêjî, wêje û hunerên din ên bi Kurdî hem ziman diparêzin hem jî balê dikişînin ser ziman.
6. Di jiyana rojane de Kurdî bi kar bînin
Di bazarê, karûbarê, civînan, telefonê, peyaman, nameyan û ragihandinên rojane de Kurdî bi kar bînin. Ziman dema tê axaftin û bikaranîn dijî.
7. Zaravayên Kurdî wekî dewlemendî bibînin
Kurmancî, Soranî, Zazakî (Dimilkî/Kirmanckî) û zaravayên din beşên dewlemendiya zimanê Kurdî ne. Hezkirin, rêzgirtin û hînbûna wan dibe alîkar ku hemû mîrasa zimanê Kurdî were parastin.
8. Ferheng û termên nû pêş bixin
Ji bo zanist, teknolojî û warên nû peyv û termên Kurdî pêş bixin û wan bi kar bînin, da ku ziman bikaribe bi şert û mercên demê re pêş bikeve.
9. Piştgiriya rêxistin û projeyên zimanî bikin
Beşdarî kargeh, semîner, konferans, komên xwendinê û rêxistinên ku ji bo zimanê Kurdî dixebitin bibin.
10. Nifşên ciwan teşwîq bikin
Ciwan dema ku bibînin Kurdî zimanekî zanistî, hunerî û teknolojîk jî ye, ew ê bi serbilindî zimanê Kurdî bi kar bînin. Ji ber vê yekê, divê şert û derfetên bikaranîna Kurdî di her qadê de bên afirandin.
Ziman tenê bi gotinê nayê parastin; bi bikaranînê dijî. Heke her Kurd li malê, li dibistanê, li cihê kar, li medyayê û di jiyana rojane de bi Kurdî biaxive, bixwîne, binivîse û afirîneriyê bi Kurdî bike, ziman dê ne tenê were parastin, lê dê her roj pêş bikeve. Bi vî awayî, zimanê Kurdî dikare ji nifşekê ji bo nifşeke din bi hêz û zindî were veguheztin.
